Meşa Mezin a Azadiyê: Divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin

Meşvanên Meşa Azadiyê ya Mezin li Curnê Reş e. Meşvanan gotin, "Divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin."

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ji Wan û Qersê dest bi meşê kirin, piştî Sêweregê gihiştin navçeya Curnê Reşê. Piştî meşa li navenda navçeyê bi dirûşmeyan hate lidarxistin, li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî li ber pankarta “Me welatparêziya welatê ku kesê nekarî navê wî bîne ziman kir” hate kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin a li vir axivî, wiha got: “Em li her derê ku çûnê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Em minetdarê gelê xwe ne. Bila daxwazên girtiyan, dayikên me bên bicih û tecrîd were bidawîkirin. Em komploya navnetewî ji vir şermezar dikin. Daxwaza me azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Yekane muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê hevdîtin demildest pêk bên. Serketin ya me ye.”

Di dema daxuyaniyê de ciwanan pankarta “Azadiya Rêberê me azadiya me ye” bi navçeyê ve daliqandin. Meşvanan bi çepik û tilîliyan bersiva ciwanan da. Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bimre koletî, bijî azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Dû re dîsa ber bi navenda navçeyê ve meşek hate lidarxistin. Piştî meşa li navçeyê girse ber bi Rihayê ve bi rê ket.”

Piştî meşê, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Salîh Kandal û hevalên wî li ser gora wan hatin bîranîn. Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek li bîranînê axivî û got, "Em ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bi rê ketine. Têkoşîna me dualî ye; yek li dijî sîstemê ye, aliyekî jî li hemberî xiyaneta navxweyî ye. Li vê derê yên li vê goristanê li dijî xiyaneta navxvweyî têkoşiya bûn. Li dijî xiyaneta navxweyî, li dijî mêtingeriyê em ê têkoşîna modernîteya demokratîk bimeşînin. Em dibêjin, 'heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e'.  Yên ku ev têkoşîn dan destpêkirin gotineke wan a bedew hebû, digotin, 'soz rûmet e, em ê rûmeta xwe binpê nekin'."

Çalakgeran di dawiya bîranînê de kulîlk danîn ser gorên Cûma Tak û Halîl Çavgûn.