Baskên Qers û Wanê gihîştin hev, meşa Amedê destpê kir

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rê ket, herdu baskên wê piştî 13 rojan li Amedê gihîştin hev.

Baskên Qers û Wanê yên 'Meşa Mezin a Azadiyê' ku bi beşdariya siyasetmedar û rêveberên rêxistinên girseyî yên demokratîk 1'ê Sibatê dest bi meşê kirin, li taxa Palûkê ya li pêşiya navenda bajarê Amedê gihîştin hev.

Baskê Wanê yê meşê 12'ê Sibatê ji Xana Axpar û Baskê Qersê jî ji navçeya Bismilê bi rê ketibû.

Hevserokên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir ku di baskên cuda yên meşê de bûn, bi navê koma xwe kulîlk dan hev.

Meşvanên Azadiyê xwe amade dikin ku xwe bigihînin navenda bajarê Amedê. Ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an pêşmala spî ji xwe kirin û pêşmala reş li xwe kirin. Piştî vê amadekariyê, meşvanan berê xwe dan Amedê.