Meşa dirêj di roja dawî de ye

Meşa dirêj ku bi dirûşma "Bi Rêbertî bimeşe, Faşîzmê têk bibe" di 9'ê Îlonê de li Bonnê dest pê kir wê îro bi dawî bibe.

Meşa dirêj di 9'ê Îlonê de bi beşdariya nêzî 150 ciwanên ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Îngilistan û welatên din ên Ewropayê li bajarê Bonnê yê Elmanyayê dest pê kir.

Meşa ku dirûşma wê "Bi Rêbertî bimeşe, Faşîzmê têk bibe" ye, li gel astengiyan jî bi biryardariya ciwanan di roja dawî de ye.

Ciwan li gel baranê serê sibehê li Dusseldorfê li hev kom bûn û bi pêşengiya jin ên ciwan dest bi meşa xwe kirin.

Ciwanan tîşortên bi wêneyê Zeynep Kinaci ku sala 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir û bi nivîsa "Zîlan, berxwedana dîrokê û jinê ye. Rêber Apo" li xwe kirin. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Ciwan fedayiyên Serok Apo ne" tên qîrîn.

Tê payin ku meş saet di 18:00 de li bajarê Monchengladbachê bi semînereke jin ên ciwan a der barê ekolojî û jineolojiyê bi dawî bibe. Her wiha wê sînevîzyonek ji dîmenên meşa pênc rojan bê pêşkêşkirin û nîqaş der barê mijara "Rêbazeke çawa ya têkoşînê" bê meşandin.