Meşa azadiyê ya beriya 98 salan li Dêra Zorê dubare dibe

 Di sala 1919'an de gelê Dêra Zor 2 salan bi rengekî ser bi xwe jiya û ti desthilatdarî li ser serê xwe qebûl nekir. Di sala 2011'an jî dema şoreşa Sûriyê destpêkir yek ji bajarên ku li hemberî dewletê derket û rejîm red Dêra Zor bû.

Di sala 1919'an gelê Dêra Zzorê hemberî dagirkeriya Îngilîzan radibe serhildanê di dawiyê de bi ser dikeve û 2 salan bê ku desthilatdarî û dewlet hebe, dijî. Piştî 2 salan Fransî tên herêmê dagir dikin. Her çiqasî Fransa Dêra Zor dagir kir jî lê serhildan û serî rakirina gelê Dêra Zor bi dawî nebû û her dewam kir. Her tim gelê Dêra Zor li hemberî dagirkerann di nava serhildanan de bû. Dibêjin yê ku dîroka civakekêû gelekî nezanibe wê wî gelî rast ne nirxîne. Ev gotîn îro li Dêra Zorê çîqasî raste û bi awayê mirov dikeve ferqa wê de. Îro jî ew ruhê beriya 98 salan li heman cihî  û heman axê xwe dubare dibe. 

Piştî 9'ê Îlonê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û QSD’ê Pêngava Bagera Cizîrê îlan kirin. Dest bi pêngava rizgarkirina herêm û gundên Cizîrê ango rizgar kirina rojhilatê çemê firatê kirin. 

Her ku şervanên QSD’ê ber bi pêş ve diçin û gundan rizgar dikin, pêla gelê sivîl jî zêde dibe. Di nava 29 rojên pêngavê de zêdeyî 40 hezar mirovên ji Dêra Zorê hatin rizgar kirin. Ne tenê gelê Dêra Zorê heya bajarê Hims û Hema yên Sûriyê jî ber bi azadiyê ve dimeşin. 

Di her şerekî û her dagirkeriyekê de yên herî zêde zilm û zextê dibînin jin û zarok in. Ji demê xwedawend Înana heya îro jinê li hemberî desthilatdarî û zihniyeta zilam serî ne tewandiye her tim jin di nava tekoşînekê ye. Ji bo wê dema jinên Dêra Zor ji destê DAIŞ’ê rizgar dibin tişta yekemîn paçê reş ser xwe di avêjin. Dema mirov ji Dêra Zorê ber bi mewzî û kampa koçberan ve dimeşe, li ser rê cilên reş ên li jinan hatibûn kirin, li erdê tên dîtin. Li bendê namînin ku bigihêjin kampê. Hema di wesayitê de paçê ku çeteyên DAIŞ'ê li jinê kiriye diavêjin. Ew paçê ku zorê çeteyan avêtiye ser rûyê jinê, wekî koletî û bindestiyê dibînîn. Lewra jî hema jin ji çeteyan dûr dikevin paçên reş di avêjin. 

Ne tenê jin, ciwan û zilamên ji pencên çeteyan rizgar dibin, azadiya xwe  bi hildan paçên spî  û rûkeniya ser lêvên ciwan, zarok û jinan dibîne ka çiqasî birçiyê azadiyê ne. 

Lewra jî gelê sivîl ji bo pencên çeteyên DAIŞ’ê xilas bibin, di çola ziwa ya Dêra Zorê de hinek caran 10-15 km dimeşin. Gelek caran jî ji aliyên çeteyên DAIŞ gule li wan tê reşandin. Bi birîndariya xwe ve ber bi azadiyê ve dimeşin. Bê ku dev ji wê hêviya azadiyê berdin gel li çolê dixin û ber bi azadiyê ve dimeşin.

Kesên ku çola bi toz û zwwa ya Dêra Zorê nedîtibe, kenê ser lêvên zarokan û tiliyên serkeftinê yên Dêra Zorê ne dîtibe nizane ev meşa ber bi azadiyê ve çiqasî bi wate ye.

Rexmê çola ziwa, 15 km bi peya, metirsiya mayînan, gulebarana çeteyên DAIŞ’ê, bombebaranên balafirên Rûsan û hawanên rejîma Sûriyê jî dîsa meşa azadi ya gelê Dêra Zorê didome…