Mêrdîn TJA: Em ji hevseroktiyê nayên xwarê

Aktivîsta TJA'yê ya Mêrdînê Koç got, ''Em ê li dijî êrîşen li ser vîna xwe li ber xwe bidin''.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Meclîsa Şaredariya Mezin a Mêrdînê Hacer Koç got qeyûmên li ser şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê darbe ne, qeyûm anîne ser vîna jinan û diyar kir hikûmet dixwaze vîna wan bişkîne û wan radest bigire.

Koç got, ''Li dijî hişmendiya zilam serwer em ê bi berdewamî jina azad biafirînin'' û domand, ''Duh jî bi vî rengî ji wan weye ku wê me dîl werbigirin lê şelişîn. Ti caran em ê teslîm nebin. Li dijî êrîşên li hemberî hevseroktiyê ku destkeftiya jinan e û li dijî êrîşen li ser jinan têkoşîna me wê geştir bibe. Lê ti caran em ê ji ya xwe neyên xwarê.''

Koç got ew êrîşa li ser pergala hevseroktiyê weke hincetek ji rêzê nabînin û got, ji bo ku dengên jinan, ku nîvê hilbijêran in bistînin, ew di demeke wiha de ku siyasetmedarên jin weke maşikekê têne bikaranîn û domand, ''Me jî bi pergala hevseroktiyê kir ku jin di siyasetê de, polîtîkayê de, di hemû saziyên me de bibin xwedî heman mafan. Ji ber vê berdêlên mezin hatin dayin, em ji vê nayên xwar.''

Koç diyar kir, bi qeyûman vîna Kurdan û jinan dîsa tine hate hesibandin û domand, ''Aqilê zilam ê serwer hevseroktiyê dike hedef û qeyûmê dike hencet, saziyên jinan digirn û li ser jinên xebatkarên saziyan operasyonên qirkirina siyasî dikin, ev hemû êrîşên bi dijminatiyê jinê ne. Em ê li dijî êrîşên li ser vîna xwe li ber xwe bidin. Li dijî êrîşa li ser keda jinan û destkeftiya jinan hevserokiyê em bang li saziyên jinan, bang li jinên sosyalîst, feminîst, demokrat, ekolojîst dikin ku piştevaniyê bikin.''