Melet: Desthilatdariyê rûmeta mirovahiyê binpê kiriye

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Egît Îpek bi rêya PTT'ê kiryarek li dijî mirovahiyê ye û got, "Gelo nêzîkatiyeke bi vî rengî di kîjan ol, wijdan û exlaqê de heye."

Li ser erdnîgariya Kurdistanê heta niha gelek cenazeyên zarokên Kurdan rastî êrîşên cûr bi cûr hatin. Herî dawî cenazeyê gerîlayê HPG'ê Egîd Îpek ku di şerê 23'ê Gulana  2017'an de li Girê Xelasor ê Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 salan bi PTT'ê ji dayika wî re şandin. Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet nerazîbûn nîşanî vê kiryarê da û anî ziman ku ku pênaseya şandina cenazeyê kurê dayikekê bi rêya PTT’ê, di zimanê mirovahiyê tineye û bi vê kiryarê desthilatdariya faşîst, rûmeta mirovahiyê binpê kiriye.

'RÛMETA MIROVAHIYÊ HATIYE BINPÊKIRIN'

Melet da zanîn ku bi vê kiryarê desthilatdariya faşîst, rûmeta mirovahiyê bin pê kiriye û wiha axivî: "Ev kiryara faştît şerma mirovahiyê ye. Ji destpêka avabûna cîhanê û heta roja îro ti kiryarên wiha dijmirovî pêk nehatiye. Ti zalim, dîkdator û desthilatdaran cenaze bi rengê postê ji dayik û malbatan re neşandiye. Li ser erdnîgariya Kurdistanê heta niha gelek cenazeyên zarokên Kurdan rastî êrîşên cûr bi cûr hatin. Cenaze tazî kirin û avêtin kolanan, li pey panzêran girêdan û bi erdê re kaş kirin, ji zinaran avêtin erdê, bi hefteyan li kolanan hiştin, serî ji laş kirin, perçe kirin û êrîşî merasimên cenazeyan kirin. Herî dawî cenazeyê endamê HPG'ê Egîd Îpek bi PTT'ê ji dayika wî re şandin. Divê li seranserî cîhanê mirov li dijî kiryarên wiha derkeve. Ev kiryar ne di ola pîroz, ne jî di nava nirxê civakê de û ne jî di ti birdoziyan de cihê wê heye. Lê belê li Kurdistanê ev kiryar ji aliyê desthilatdariya faşîst ve li dijî Kurdan xistiye dewrê."

'KÎJAN WIJDAN, KÎJAN EXLAQ VÊ QEBÛL DIKE'

Melet destnîşan kir ku li aliyekê cîhan hemû li dijî vîrûsa koronayê ku gefên mezin li mirovahiyê dixwe, li bergiriyên cuda yên têkoşînê digerin lê belê faşîzim di nava van rojan de li dû hesabên cuda digere û dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan berdewam dike. Melet da zanîn ku heke niha li Tirkiyê qeyraneke aboriyê hebe sedemê vê çaresernekirina pirsgirêka Kurd û girêdayî wê jî şerê ku tê kirin e. Melet bilêv kir ku bi vê kiryarê desthilatdarî ji mirovahiyê derketiye û got: "Li ti devereke cîhanê û li ser rûyê erdê kiryarek wiha nehatiye dîtin. Cenazeyê zarokekî di kargoyê de ji dayika wî re şandin, gelo di kîjan ol, wijdan û hiqûqê de heye. Pênaseya vê yekê di zimanê mirovahiyê tineye. Ez bang her kesên demokrat, kesên mafê mirovan diparêzin û kesên aştîxwaz dikim ku li dijî kiryarên dijmirovahî bibin yek û li dijî vê faşîzmê aştiyek birûmet ava bikin. Tenê aştiyek birûmet dikare pêşiya vê faşîzmê bigre."