NÛ BÛ

Mehmet Tûnç xwedî li wesiyeta Seyîd Riza derket

"Li gelemperiya Kurdistanê têkoşîneke rêxistinbûyî heye. Helwesta serînetewandinê û wesiyeta Seyîd Riza, li Cizîrê ji aliyê Mehmet Tûnç ve hat temsîlkirin."

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir, di salvegera 80. a Terteleya Dersîmê de bersiv da pirsên ANF'ê.

Di destpêka axaftina xwe de Adir bal kişand ser hewldanên bi salan ên ji bo rewakirina vê komkujiyê û destnîşan kir, bi têkoşîna salên dawî, bi lêkolînên serbixwe û belgeyan re ev hewldan bi giranî hatin pûçkirin.

Adir got, "Êdî li nava raya giştî ya neteweyî û navneteweyî zelal bû, ku ev komkujî bi rengekî plankirî hatiye kirin. Di vê mijarê de kes dudil nîne."

Adir bibîr xist, Terteleya Dersîmê pêvajoyek e, ku di 4'ê Gulana 1937'an de bi girtina biryara qirkirinê ji aliyê Desteya Wezîran a Komara Tirkiyeyê ve, dest pê kir.

Fatma Adir got, "4'ê Gulana 1937'an destpêka pêvajoyekê ye. Nîşan dide bê armanca polîtîkayên qirkirinê çi ye û bi kîjan armancê hatine meşandin. Ev yek ne rojek e, destpêka pêvajoyekê ye."

DEWAMA QIRKIRINA KURDAN E

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Adir anî ziman, kêm e ku mirov vê pêvajoyê tenê bi serdemên salên 1937-38'an vebêjin û wiha dewam kir: "Pêwîste weke dewama polîtîkaya komkujî û qirkirina gelê Kurd bê dîtin. Di sala 1925'an de di çarçoveya Plana Şark Islahat de komkujiyên Pîran, Sason, Motkî, Zîlan û Agirî hatin kirin. Li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a komkujiyê, gelê Kurd û rêberên gelê Kurd bi rengekî rewa dest bi berxwedana xweparastinê kirin. Lê belê rêberên Kurdan hatin darvekirin. Terteleya Dersîmê, xeleka dawî ya vê polîtîkaya li dijî Kurdan e. Dema mirov li şêweyê pêkanîna qirkirinê û detayên wê dinêrin, ev rewş bi zelalî xuya dike."

BICIHANÎNA PLANÊ

Adir anî ziman, bicihanîna planê, di sala 1936'an de bi çêkirina leşkergehên mezin dest pê kir û got, "Ya rast, qonaxên vê plana dagirkerî, qirkirin û sirgûnê bi vî rengî hatin amadekirin. Bi destpêkirina dagirkeriyê re cihê ku mirovên bên sirgûnkirin, li herêmên Anatoliya Navîn û herêmên din hatibûn zelalkirin. Bi kurtasî, rejîma Kemalîst di encama amadekariyeke salan de ev plana xwe ya qirkirinê qonax bi qonax xiste meriyetê."

ROJA JINÊN DERSÎMÎ

Adir diyar kir, piştî vê polîtîkaya sirgûn û qirkirinê, li Dersîmê polîtîkayeke dijwar a asîmîlasyonê dest pê kir û got, "Mêtînger bi xwe jî dizanin, ku tenê bi tinekirina fîzîkî û sirgûnê nikarin çanda me ya berxwedanê ya xwedî bingeheke xurt, tine bikin. Polîtîkaya asîmîlasyonê ku komkujiya spî jê re tê gotin, li Dersîmê xistin meriyetê."

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir işaret bi rola jinên Dersîmî ya di dewamkirina çanda berxwedanê de kir û got, "Jinên Dersîmê bi şer ev kevneşopiya berxwedanê dewam kirin. Ev kevneşopiya ku di şexsê Zarîfe û Besêyan de şênber bû, ji bo parastina xwe, çand û zimanê xwe kevneşopiya berxwedana li dijî asîmîlasyonê ye."

Adir bibîr xist, zarokên keç ên Dersîmî li trênan hatin siwarkirin û radestî malbatên xerîb hatine kirin û got, "Ji ber ku ev zîhniyeta qirker bi taybetî jinan weke gefekê dibîne, ket nava hewldaneke bi vî rengî. Xwest jinan ji axa û bingeha wan qut bikin û bi vî rengî bê nasname bihêlin. Ev kevneşopiya berxwedanê û teslîmnebûnê ya jinên Dersîmê di roja îro de di xeta Bêrîtan de dewam dike. Ev kevneşopî her wiha îro li Şoreşa Rojava, li her qadên têkoşînê yên azadiya jinê heye û dewam dike."

DERSÎM ÊDÎ BI TENÊ NÎNE

Adir destnîşan kir, ku dema dewleta Tirk li Dersîmê tertele kir, Dersîm bi tena serê xwe bû û ji herêmên din ên Kurdistanê piştgirî negirtibû.

Adir got, "Lê belê di roja îro de ne tenê Dersîm, temamiya Kurdistanê bi rengekî rêxistinbûyî, bi yek dilî li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî têdikoşe. Helwesta serînetewandinê û wesiyeta Seyîd Riza, li Cizîrê ji aliyê Mehmet Tûnç ve hat temsîlkirin. Rêbertiya berxwedanê êdî li Kurdistanê mayînde bûye. Di heman demê de berxwedana gel jî hevpar bû. Ruh û hişmendiyeke hevpar afirî."

Di dawiya axaftina xwe de Adir, bi wesîleya 80. salvegera Terteleya Dersîmê, bang li hemû gelan û hêzên demokratîk kir, ku li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî têkoşînê geş bikin û eniya azadî û demokrasiyê mezin bikin.