MED TUHAD-FED: Binpêkirin her ku diçin zêde dibin

MED TUHAD-FED got ji girtîgehan gelek serlêdanan li wan tênek kirin, derbarê binpêkirina mafan. 

Federasyona Komeleyên Med Mezotamyayê ya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Cezaxwariyan re (MED TUHAD-FED) derbarê binpêkirina mafan a li girtîgehan daxuyaniyeke niviskî da. MED TUHAD-FED'ê got binpêkirna mafan li girtîgehan her ku diçe zêde dibe.

Di daxuyaniya niviskî de hate gotin li girtîgehên Bolu, Şakran, Şakranê, Afyonkarahîsarê  mafên girtiyan têne binpêkirin. Rêveberiya girtîgehan gefê li girtiyan dixwin, wan dixin hicreyên yekkesî, malzeyên dezenfektanê nadin, li girtiyan ferz dikin ku xwe tazî bikin û wiha ser wan were sehkirin û her wiha êşkence li girtiyan tê kirin.

MED TUHAD-FED'ê yasaya înfazê ya ku bi sed hezaran kes bi hêviya mirinê ve hişt bi bîr xist û got, ''Divê civak nehêle ku girtî û cezaxwarî bi hêviya mirinê ve werin hiştin, divê bang li hikûmetê bikin ku li dijî guherîna yasaya newekhev guhê xwe ji daxwazan re digire, da ku demildest gavan bavêje.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku daxwazên Neteweyên Yekbûyî werin bicihanîn û got,''Ji bo kêmkirina hijmara mirovên hatine destgîrkirin divê xebat bi lezginî werin kirin.Hemû girtiyên siyasî ku bêyî sedemeke hiqûqî ji ber ramanên xwe yên muxalîf hatine girtin demildest divê werin berdan.''

MED TUHAD-FED'ê her wiha xwest ku ji bo girtiyên siyasî û nexweş demildest gav werin avêtin û got,''Jiyan pîroz e. Peywira Meclîsê ew e ku mirov bide jiyîn. Em dîsa diyar dikin nêzîkatiyên ku raya giştî û civakê jinedîtî ve tên em ê qebûl nekin. Em dîsa bang dikin ku kêlî beriya kêliyê gav werin avêtin.''