BI DÎMEN

Meclisên Leşkerî yên Minbicê: Bi dehan çete hatin kuştin

Şervanên Meclisên Leşkerî yên Minbicê ragihand ku bersiv dane êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî û bi dehan çete kuştin û birîndar kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên Meclisên Leşkerî yên Minbic û Babê bersiva çeteyan didin, di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rûpelên girêdayî çeteyan wan rûberên fireh ji Minbicê xistine bin kontrola xwe, lê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê teqez kir ku hêzên wan bi rê û rêbazên leşkerî yên cuda herêm û xelkê wê diparêzin û bersivê didin êrişan.

Piştî çete di êrîşên xwe de bi bin ketin, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên leşkerî avahiya desteyeke Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê bombebaran kir.