Meclîsên Gundên Êzidiyan ji bo Mîr Tehsîn Beg peyama sersaxiyê weşand

Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên Bakurê Kurdistanê ji ber wefata Mîr Tehsîn Beg peyameke sersaxiyê weşand.

Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên Bakurê Kurdistanê yên Ewropayê ji ber wefata Mîr Tehsîn Beg peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên Bakurê Kurdistanê yên Ewropayê de ev tişt hate diyarkirin:

“Me bi xemgînî nûçeya mirina Mîr Tahsîn Saîd Elî Beg ê 85 salî bihîst.

Mîr Tahsîn Saîd Elî Beg Serokê civata rûhanî û mezinê Êzidiyan e, ev demeke dirêje  ku bi nexweşiya bêçare û bêderman li nexweşxaneya Hannover dihat tedawîkirin. Mîr Tahsîn Beg îro rehmet kiriye.

Em bi dilekî xemgînî sersaxiyê ji malbata wî û gelê Ezidî re dixwazin.

Mîr Tahsîn Saîd Elî Beg ji sala 1944 weke Mîr û mezinê gelê Ezidî tê naskirin. Dema Tahsîn Saîd Beg dibe Mîr ew bi xwe 11 salî ye û heta temenê wî tiji dibe (18 salî) pîrika wî Meyan Xatûn bi berdevkî karên mîrantîyê yên fermî dimeşîne.

Mîr Tahsin Beg di nava demê û jiyana xwe ya birûmêt de bi gelek êrîş û gefên dijminê hovane re rû bi rû ma.  Li dijî van êrîş û zehmêtiyan bê deng û bê helwest nema.  Dîsa li erkê xwe xwedî derket û xebata xwe berdewam kir. Piştî koça dawî ya Mîr Tahsîn Beg valahîyek di nava civaka Êzîdî dimîne. Em hevî dikin ku di demêk nezîk de dewsa Mîr Tahsin Beg wê bi qîmet bê dagirtin.  Em di wê bawerîyê de ne ku civata rûhanî wê li gor erkên Ezdatîyê rola xwe weka hercar pêk bînê û ji bo civaka me mîrekî layiq ji bo berjewendîyên Êzîdxanê hilbijêre.”