MEBYA-DER: Pêşnûme qanûn di asta sûcê dijî mirovahiyê de ye

MEBYA-DER'ê ragihand, pêşnûme qanûna înfazê di asta sûcê dijî mirovahiyê de ye û got, "Hikumet wê ji mirina mirovan berpirsyar be."

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) derbarê qanûna înfazê ya ku li meclîsê tê niqaşkirin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Ji ber vîrusa koronayê hevserokên komeleyê Şêxmûs Karadag û Yuksel Almas tenê beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de Hevserok Yuksel Almas diyar kir ku qanûna efûyê ya ku demekî dirêje di rojeva AKP û MHP’ê de bi vîrûsa koronayê bi leztir kirin û wiha got: "Di rewşên wisa awarte de hem rêgeza wekheviyê hem jî normên hiqûqê yên gerdûnî bi qanûnan hatine diyar kirin. Kesên ku sûcên weke tacîz, tecawîz, dizî, hişbir li dijî civakê û mirovahiyê dikin bêxin çarçoveya qanûnê lê kesên ku ji ber fikrên xwe yên siyasî weke siyasetmedar, rojnamevan û hiqûqnasan derveyî qanûnê bihêlin berî her tiştî sûcê mirovahiyê ye û nijadperestî ye."

'TECRÎD DERVEYÎ QANÛNA NE'

Almas, da zanîn ku astengkirina hevdîtinan û tecrîd derveyî qanûna ne, sepana hiqûqa dijminane ye û wiha axivî: “Ev rojên ku bi vîrusa coronayê derbas dibin hewceye ku mirov bi hevre û yek bin lê hikumet cudatiyê dixe nava gelan û piştevaniyê xelas dike. Demekî ku hemû gel bi vîrusê re têkoşînekê didin meşandin hewce ye ku biryarên ku werin wergirtin li gor ruhê hevpar be.”

'MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN ÇÊBIN HIKUMET BERPIRSYAR E'

Almas, dest nîşan kir bê şert û merc dive qanûna înfazê ji bo hemû girtiyan be û wiha berdewam kir: “Bi rêgeza di edaletê de wekhêvî dide jiyîn, cudatî dikuje divê hemû girtî wekhev ji vê qanûnê sûdê bigirin. Derveyî vê pirsgirêk û mirinên ku li girtîgehan çêdibin hikumet berpirsyar e. Pêçana birînên ku di civakê de çêbin ne pêkane. Ji ber vê divê hêj dereng nebûyî guh bidin gel qanûna ku were derxistin rêgeza wekheviyê esas were girtin.”

'ROJEK BERÎ ROJEKÊ GIRTÎGEHAN VALA BIKIN'

Hevserok Şeyhmus Karadag jî pirsî ku li derve mirov nikarin xwe biparêzin dê li girtîgehê girtî çawa xwe biparêzin? û got: “Di her odeyekê de 10-15 kes hene. Em dixwazin rojekê berî rojekê tevahî girtîgehan bên vala kirin. Em di qanûna înfazê de cudatiyê ne wekheviyê dixwazin.”