MEBYA-DER çû serdana goristanên hatine hilweşandin

MEBYA-Der diyar kir ku bi hilweşandina goristanan re tê xwestin ku civak bê bîr bimîne û ji cewhera xwe were qetandin.

MEBYA-DER çû serdana Goristana Şehîd Harûn a li gundê Çemê Elîka ya Licêya Amedê. Ev goristan di sala 2013’an de hate çêkirin û di sala 2015’an de jî bi êrîşên hewayî û operasyonên leşkerî hatibû xerakirin. Goristana ku hatibû hilweşandin ji aliyê MEBYA-DER’ê hate paqijkirin û piştre daxuyanî hate dayîn.

Nûnerên HDP, DBP, TJA, TÛAY-DER, Komeleya 78’an, rêxistinên HDP’ê yên Bismil, Farqîn, Pasûr, Licê û Hênê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas di çalakiyê de axivî û got ku “Di sala 2015’an de Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvidar a li Taxa Sîsê ya Licê bi bomberdûmanan hatibû hilweşandin û gelek gorên endamên HPG’ê hatibûn xerakirin. Ev tê wateya ku civakê bê bîr bihêlin û ji cewhera wê dûr bixînin. Di heman demê de wekî ku cenaze bê xwedî ne, dewlet wan li goristanên bêxwediyan vedişêrin. Li Meletiyê 270, li Wanê 75, li Sêrt û Xarpêtê jî 30 cenaze hê teslîmî malbatên wan nehatiye kirin.”