‘Me bi felsefeya Rêber Apo Şengal azad kir’
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di salvegera azadkirina Şengalê de peyamek da û got: ‘’Me bi felsefeya Rêber Apo Şengal azad kir.’’
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di salvegera azadkirina Şengalê de peyamek da û got: ‘’Me bi felsefeya Rêber Apo Şengal azad kir.’’
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 9’emîn salvegera azadkirina Şengalê de peyameke pîrozbahiyê weşand.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di peyama xwe de got: ‘’Ji bo bîranîna Şehîd Saîd Hasan û hemû fedaiyên Êzidxanê, em hemû lehengên xwe yên canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê xeyalên wan pêk bînin.’’
Di peyamê de ev yek hatin gotin:
‘’Di fermanê de maskeyên gelek hêzan ket, rastiya PDK’ê hate dîtin, civaka me dost û dijminên xwe ji hev derxist. Şervan û gerîlayên ku bi felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin, ji bo azadkirina xakên me dest bi têkoşîna azadkirinê kirin.
Li Şengala hatî rizgarkirin bingeha jiyaneke azad hate avakirin. Gelê me bi saya rojeke wiha vegeriya ser xaka xwe.
Vê pêngava rizgarkirinê ne tenê di warên parastin û leşkerî de her wiha di warên siyasî, civakî û qadên jinan de jî rê li ber gelek guhertinên erênî vekir.
PDK û dewleta Tirk hê jî li dû deq û dolaban in. Dixwazin deskeftiyên Êzidiyan tune bikin, dubare wan bê parastin bihêlin û rê li ber qirkirin û fermanên nû vekin.
Gelê me piştî fermanê xwe bi fikrên Rêber Apo birêxistin kir û xurt kir. Îro jî planên dijmin pûç dike. Me li dijî dijmin û îxaneta PDK’ê têkoşîneke mezin meşand û Êzîdxan û hemû hebûnên Şengalê parast.
Em dubare rêz û silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hemû hêza xwe têbikoşin.
Silav ji gerîlayên xwe gihandin hawara Şengalê!’’
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di peyama xwe de ev bang jî kir:
‘’ Em bang li gelê xwe yê Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê dikin, werin em pêngava salvegera rizgakirina Şengalê vegûherînin hemleya mezinkirina jiyana azad, xwerêveberiyeke demokratîk û pêkvejiyanê. Pêwîst e em di salvegerê de peyameke xurt bidin hemû dost û dijminên Şengalê.
Wê dijmin û xayîn têk biçin û israra jiyana azad ser bikeve. Divê em zêdetir xwedî li vê roja rizgarkirinê derkevin û vê roja pîroz bi tîpên zêrîn li dîroka xwe bineqişînin.’’