Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê dikevin grevê

Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê, ji bo pirsgirêkên dayina mûçeyan bên çareserkirin biryar dan ku 12 rojan bikevin greva giştî û dakevin qadan.

Ji sala 2015'an û vir li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka dayina mûçeyan heye. Mamosteyên ku mûçeyên wan nayê dayin, biryar dan ku li Silêmanî, Derbêndîxan, Helebce, Kelar, Koyê û Teqteqê 12 rojan bikevin greva giştî. Mamosteyên bikevin grevê daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin.

Mamosteyan bi belavokekê ragihandin ku ji 1 heta 12'ê Mijdarê wê bikevin grevê û di vê demê de neçin kar.

Mamosteyan her wiha ji hikumeta nû were avakirin xwestin, ku Wezareta Perwerdeyê ya Herêmê jî ji wezîfeyê bê girtin.