Mamosteyê ku nayê wezîfedarkirin bûye şivan

Mamosteyê wêjeyê Halîl Eren, ji ber ku li ser pîşeyê xwe nayê wezîfedarkirin, li gundê xwe bûye şivan.

Di serdema nû ya perwerde û hîndekariyê de bi deh hezaran namzetên mamostetiyê ji ber lêpirsîna ewlekariyê û pîvanên mamostetiya bi heq û mamostetiya bi peyman tên astengkirin. Halîl Eren ê li gundê Oneq ê navçeya Tetwan a Bedlîsê yek ji van mamosteyan e.

Eren dixwest bibe mamoste û bernameya lîsansê ya çar salan bi ser xist. Lê belê nehat wezîfedarkirin û li ser vê yekê li gundê xwe vegeriya û dest bi şivantiyê kir. Eren got, "Ez li vî gundî ji dayik bûm. Dema zarok bûm ji bo xwendinê em diçûn dibistana gundekî din û di vegerê de jî me heywanên xwe diçêrandin. Derfetên min nebûn ku mîna hin xwendekaran biçim dersxaneyê. Li çiyê, li beriyê dema min heywan diçêran min xwe ji bo ezmûnan amade kir." Eren diyar ki rku berî sê salan Mamostetiya Wêjeyê gelekî bal dikişand û wiha dewam kir: "Pîşeyê mamostetiyê li Tirkiyeyê gelekî balê dikişîne. Beriya çend salan bala her kesî li ser bû, lê piştî ku mirov çend salan dixwîne, mîna ku belasebep xwendibin. Xewn û xeyalên mirovan tên herimandin, qedexekirin."