Mamostayên Başûrê Kurdistanê dîsa dadikevin kolanan
Mamostayên Başûrê Kurdistanê yên ku ji ber kirîza aborî mûçeyên wan anyên dayîn, wê meş û mîtînên cuda cuda lidar bixin.
Mamostayên Başûrê Kurdistanê yên ku ji ber kirîza aborî mûçeyên wan anyên dayîn, wê meş û mîtînên cuda cuda lidar bixin.
Osman Golbî yê li ser navê mamostayan daxuyanî da, diyar kir ku wê ji serê meha Cotemehê ve ji bo li mafê xwe bigerin wê rêze çalakiyên mafê xwe yê qanûnî û demokratîk bidin destpêkirin.
Golbî di daxuyaniyê de bibîr xist ku di nava 2 salan de rêveberiya herêmê ti sozên dayî bi cih neanîne, ji bo standina di serî de mûçe û xespkirina mafên wan wê mafên wan ên demokratîk mîna meş û gelek rêze çalakiyên cuda lidar bixin.
Golbî destnîşan kirin ku wê li gelek bajarê Başûrê Kurdistanê dakevin kolanan û li mafê xwe bigerin, diyar kir ku heta mafê xwe bi dest bixin wê çalakiyê cuda û rêbazên cuda dewam bikin.