Malbatên Roboskiyê: Heta hesab bidin em ê têbikoşin!

Malbatên Robaskiyê, lêgerîna xwe ya edaletê vê hefteyê jî domandin. Malbatan anî ziman ku heta hesab bidin wê têkoşînê bidomînin, dengê xwe bilind bikin.

Malbatên 34 kesên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li Gundê Roboskî ya Qilaban a Şirnexê de hatibû qetilkirin, di lêgerîna edaletê ya hefteya 290’an de li ser gorên zarokên xwe hatin ba hev.

Li ser navê malbatan Velî Encû daxuyaniyek da, destnîşan kir ku wê qet û qet radestî bêedaletî, zilmê û qetlîaman nebin, tevî hemû êşan jî wê têkoşîna xwe ya aştî û edaletê dom bikin. Encû diyar kir ku ji bo aştiyekî rast pêk bê divê ji Roboskiyê bê destpêkirin û got: “Ev 5 sal in guhên xwe li qêrîna me digirin. Yên ku zarokên em qetilkirin diparêzin, li şûna li gel yên aştiyê cih bigirin li gel yên şer dixwazin cih digirin.”

‘LI SER QETLÎAMA PIRSÛSÊ GIRTIN’

Encû kesên ku di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî û got: “Weke Roboskiyê li ser vê qetlîamê re jî girtin. Di nava leşker û burokratên siyasî de kesên di van qetlîaman de hene hatin parstin û paqijkirin. Qêrîna em ji bo Roboskiyê dikin em ê ji bo Pirsûsê jî bilind bikin. Em ê wan rojên ku hesab bipirsin pirsînê em ê têkoşînê bidomînin.