Malbatên Roboskiyê: Em ê bêdeng nebin!

Malbatên Roboskiyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi bîr anîn ê ku hatibû qetilkirin. Malbatan diyar kirin ku, “Bi Elçî re aştî û edalet hate qetil kirin.”

Li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebana Şirnexê, êrîşa hewayî pêk hatibû û di êrîşê de 34 welatiyên gund hatibûn qetilkirin. Malbatên Roboskiyê di hefteya 306’an de li ser gorên xizmên xwe kom bûn û wêneyên kesên hatin qetilkirin, hildan. Li ser navê malbatên ku li edaletê digerin, Welî Encu daxuyanî da.

‘HEKE KUJERÊN ROBOSKIYÊ BIHATINA DARIZANDIN…’

Encu, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi bîr anî û wiha axivî: “Dewlet ji bo komkujî û êşên me di bîr û baweriyên me de zindî bihêlin, her tim bi me bê edaletî û zilmê didin jiyîn. Ger kujerên Komkujiya Roboskê bihatina darizandin û cezakirin, wê Tahir Elçî nehatiba qetilkirin.”

‘EM Ê BÊDENG NEBIN’

Encu, da zanîn ku wê li dijî bêedaletiyê edaletê, li dijî şer û tundiyê jî tim aştiyê biparêzin. Encu wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her şev bêmafî û bê edaletî tên jiyîn û ev yek hîna  jî didome. Kesên têkoşîna aştî û edaletê dikirin avêtin girtîgehan. Ên ku ev yek kirin bila vê baş zanibin; Wê ev têkoşîn qet nesekine. Ligel hemû tiştî em ê bêdeng nemînin û em ê têkoşîna wan bidomînin.”