Malbata Şenyaşar: Yên bêdeng dimînin şirîkê zilmê ne

Malbata Şenyaşar a ku li ber xwe dide got, "Rastî hemû eşkere bûn. Yên bêdeng dimînin şirîkê zilmê ne."

Emîne Şenyaşar, ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîranê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber edliyeya Rihayê di Nobeda Edaletê de ne. Çalakî di roja 424'an de ye.

Li ser hesabê medya dîjîtal a malbata Şenyaşar peyamek hate parvekirin û hate gotin, "Hikumet û Serokkomarê ku ji bo edaletê bûn desthialtdar, bi daxuyaniyên xwe yên piştî komkujiyê re dadgerî pûç kirin. Rastî hemû eşkere bûn. Wezîrê demê Ahmet Eşref Fakibaba yê AKP'î diyar kir ku ew hatiye xapandin. Yên li hemberî zilmê bêdeng dimînin hemû şirîkê zilmê ne."