Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî bêdengiyê da

Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên ku li Rihayê hatin qetilkirin zêdeyî 14 mehin di nobeta edeletê de ye, nerazîbûn nîşanî wan kesan da ku li ber zilmê bêdeng in.

Emîne Şenyaşar ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar bibû, çalakiya xwe edeletê li ber Edliyeya Rihayê didomînin.

Nobeda edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 447'an de ye. Li ser hesabê Twitterê yê malbata Şenyaşar peyamek hate weşandin.

Malbat ji bo balê bikşîne ser çalakiya îro ku li Enqereyê bi pêşegniya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) pêk hat, bî etîketa 'Çalakiya Spî' ev tişt parve kir:  "Her kesên ku şahidiya zilmê dike û xwe bêdeng dike, mîna ku rûmeta xwe winda kirine wê rojekê mirovatiya xwe ji winda bikin… Ji bilî Fakibaba û Gulpinar hemû kesên li nava partiya desthiladar çavên xwe ji zilmê re girtine. Kesên ku zilmê qebûl dikin nikarin derbikevin pêşberî gel."