Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng nemînin

Malbata Şenyaşar got, ''Li dijî zilmê ku mirov bêdeng û bêalî bimîne mirov li cem zilmê disekine.''

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyşar ev 44 roj in çalakiya xwe nobeta 'Dad'ê li ber Edliyeya Rihayê didomînin. Malbat ji bo hevdîtina bi telefonê ya Fadil Şenyşar ku li Girtîgeha Girtî ya Xarpêtê axaftina bi telefonê ya heftane kir, hinekî bi derengî hate ber avahiya edliyeyê.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da, malavayî li Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê kir, ji bo ku serdana wan kiribû û got, ''Li dijî zilmê ku mirov bêdeng û bêalî bimîne mirov li cem zilmê disekine. Werin em li dijî zilmê û bêdadiyê em bibin yek deng.''
Wek tê zanîn wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî bi rengekî aşkere ji malbata Şenyaşaran 3 kes qetil kiribûn lê li gel vê jî dewleta Tirk berpirsên komkujiyê nedarizandin, ceza neda wan.