Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were wê têkoşîna me bidome

Malbata Şenyaşar got “Heta ku heq, hiqûq û edalet were ser vê axê wê têkoşîna me geş bibe û bidome.”

Li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê di roja 464’an de didome.

Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe li nobeta edaletê li mala xwe didomîne û Ferît Şenyaşar jî di destê sibehê de hate pêşiya edliyeyê û dest bi nobetê kir. Ferît Şenyaşar ji gel û parêzeran re yên tên edliyeyê qala têkoşîna xwe ya edaletê dike.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî got “Heta ku heq, hiqûq û edalet were ser vê axê wê têkoşîna me geş bibe û bidome.”