Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê têbikoşin

Baroya Mêrdînê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de malbata Şenyaşarê kir mêvan. Malbata Şenyaşar got ku heta ku edaletê pêk were ew ê têbikoşin.

Baroya Mêrdînê di çalakiya di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de malbata Şenyaşarê kir mêvan. Çalakî li hêwana konferansê ya Baroya Mêrdînê hat lidarxistin. Ferît Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li ser binpêkirina mafê malbatê hat sekinandin.

Parêzer Erdal Kûzû ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku doza malbata Şenyaşarê niha mînaka herî rojane ya polîtîkaya bêcezatiyê ye û got: "Hêvî dikim ku her kes qîrîna vê malbatê bibihîse."

Paşê Ferît Şenyşar axivî. Şenyaşar bilêv kir ku li bendê mane ku daraz karê xwe bike, lê piştî ku karê xwe nekiriye xwestine hevdîtinê bi dozgeriyê re bikin û got ku daxwaza wan a ji bo hevdîtinê nehatiye qebûlkirin. Şenyaşar bibîr xist ku piştî ku hemû deriyên fermî li ser wan hatine girtin, li ber edliyeyê dest bi Nobeda Edaletê kirine.

Ferît Şenyaşar got ku heya ku edaletê pêk neyê dê ji ber edliyeyê neçin û ew ê li têkoşîna xwe dewam bikin.