Malbat li gel êrîşan jî li ber xwe didin

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, li ber Girtîgeha Tîpa T a Rihayê li hev civiyan û li gel êrîşa leşkeran çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, li ber Girtîgeha Tîpa T a Rihayê li hev civiyan. Lê belê leşkerên Tirk êrîş kirin ku Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî di nava malbatên girtiyan de bû. Malbatên girtiyan li gel êrîşê jî çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Leşkerên Tirk dor li çalakgeran girtin.

Parlamentera HDP'ê Surucu nerazîbûn nîşanî êrîşê da. Fermandarê leşkeran gef li Surucu xwar û got, "Hûn mirovan bi kar tînin. Kombûn û daxuyaniya li vir qedexe ye. Eger hûn careke din bên em zanin ku em ê çi bikin."

Dorpêçî hîn jî didome.