Maçîn: Qeyûm pêngava dawîn a AKP’ê ye

Parlementerê HDP’ê Nûsrettîn Maçîn diyar kir ku desteserkirina şaredariyan pêngava dawîn a AKP û MHP’ê ye û got ku “AKP metrepola herî mezin a Tirkiyeyê ji destê wê derket û ji ber vê jî li Kurdistanê qeyûm xistiye dewrê.”

Piştî ku rejîma AKP û MHP’ê di 19’ê Tebaxê de 3 şaredariyên HDP’ê yênn bajarê mezin desteser kiribû, nerazîbûna li hemberî vê desteserkirinê didome. Gelê li Amed, Wan û Mêrdînê her roj dadikevin qadan û desteserkirina îradeya xwe protesto dikin. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn jî dagirkirina şaredariyan ji ANF’ê re nirxand. Maçîn diyar kir ku dema qeyyûm hatiye wezîfedarkirin wan li Rihayê daxuyaniyek dane û piştre jî tevlî nav çalakiyên li Amedê bûne. Maçîn got ku “Li Amedê toreke berxwedanê ya girîng hate avakirin. Polîsan li hemberî me berxwedêran êşkence anî kolanê û şîddet li me kir. Polîsan êrîşî hevalên me yên parlementer kir.”

Maçîn bal kişand ser vî tiştî ku ev pêvajo di 7’ê Hezîrana 2015’an de dest pê kiriye û got ku “AKP’ê li ser navê pêvajoya çareseriyê Kurd xapand. Lê vê lîstika xapandinê negihişt armanca xwe û geşedanên li Rojava jî li gorî dilê AKP’ê pêk nehat. AKP’ê ji wê rojê şûnde polîtîkaya xwe ya şer domand. Gava destpêkê ya şer di mîtînga Amedê de hate destpêkirin. Piştre teqînên Sûrûc û Enqereyê pêk hat.”

TALANA QEYÛMAN LI BER ÇAVAN E

Maçîn diyar kir ku AKP li Rojhilata Navîn bi komên dînî re tevdigere, li Bakur û li Rojava li dijî gelan şer dimeşîne û got ku “Bi hevkariya bi MHP’ê re ya di 1’ê Mijdarê de şerê li dijî Kurdan zêdetir bû. Ev tifaq 4 sal in didome. Berê jî qeyyûm li ser bajarên Kurdistanê hate peywirdarkirin. Di tu raporan de nehatiye dîtin ku li van şaredariyên HDP’ê nelirêtî hatiye kirin. Lê di şaredariyên AKP’ê û qeyûman de me dît ku talaneke mezin hatiye kirin.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hatine ba hev û li hemberî vê bloka faşîst gelek şaredariyên me ji qeyyûm stendiye. AKP li gelek metrepolên mezin ên Tirkiyeyê têk çûye û ji ber vê jî li Kurdistanê dest bi peywirdarkirina qeyyûman kiriye. Vê bloka faşîst a ku dixwaze îradeya gelê Kurd desteser bike divê bizanibe ku gelê Kurd tecrubeya wê ya têkoşînê ya xurt heye. Wê gelê Kurd vê darbeyê pûç bikin. Ev peywirdarkirina qeyyûman pêngava dawîn a bloka AKP û MHP’ê ye. Êdî her kes belavbûna di nav wan de dibîne.”