Lîstikên AKP’ê yên mitîngê: Bi navê ‘ger û geştê’ xwendekar birin mitîngê

Rektoriya Zanîngeha Êlihê got, "Em diçin Rihayê gera seyrangehê" û xwendekar birin mîtînga AKP'ê ya Edeneyê. Di mîtîngê de xwarin jî nedan xwendekaran.

Mitînga AKP’ê ya li Edeneyê pêk hatî, ku bi zorê û xapandinê bi hezaran kes birin mitîngê, fikarên cuda çêdike. AKP’yî  bi gotina ‘Em diçin seyranê’ xwendekaran xapandine û li wesayîtê siwar kirine û birine cihê mitîngê. Yek ji komên mexdûr bûne ku tevlî mîtînga ku Serokkomarê Tirk Erdogan lê amade bû de xwendekarên Zanîngeha Êlihê bûn.

Ji bo mîtînga ku AKP’ê di 21’ê Gulana 2022’an de li Edeneyê pêk anî, gel bi otobusan ji bajar û navçeyên derdorê hatin veguhestin. Rektoriya Zanîngeha Êlihê bi navê gera Rihayê plansazî li dar xist. Ji ber ku dawiya demsala perwerdehiyê ya 2021-2022’an ne, xwendekaran jî xwestin ku tev li gera seyrangehê bibin. Rektoriya Zanîngeha Êlihê 3 otobus amade kir û ji xwendekaran re da zanîn ku dê di gerê de hemû lêçûn bi destê wan be.

Lê li ser rêya Edeneyê xwendekaran pê hesiyan ku hatine xapandin. Ji xwendekaran re bersiva “Me cihê gerê guhert, em diçin Edeneyê” hat dayîn. Xwendekarên ku digotin dê biçin Rihayê xwe di mîtînga AKP'ê ya Edeneyê de dîtin. Ji bo rojekê jî pêwîstiyên xwendekaran nehatin bicihanîn.

Xwendekarek ku beşdarî gerê bû û nexwest navê xwe eşkere bike bertekên xwe bi van gotinan anî ziman, “Em xapandin. Piştî ku em çûn Edeneyê tu çareya me nema, em li qada mîtîngê li benda otobusê man ku me vegerîne Êlihê. Em hatin xapandin, me hatin mexdûr kirin.”

Li zanîngehan turên gerê yên tê organize kirin, bêyî destûra rektoratiyê nayên kirin.

MIFTIYÊ BAJARÊ WANÊ JÎ JI BO MITÎNGA AKP’Ê KETIYE SEFERBERIYÊ

Miftiyê Bajêr a Wanê jî ferman daye melayan û wiha got: "Her melayek dê bi mînîbusek tijî gundî beşdarî mitîngê bibe."

Miftiyê Bajêr a Wanê ku ji bo mitînga ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 11’ê Hezîranê de li dar bixin ferman ji melayan re şand, hişyarî da wan ku beşdarî mîtîngê bibin.