Li Zaxo êrîşî Kamûran Berwarî kirin

Namzetê yekem ê Lîsteya Tevgera Nifşê Nû yê Dihokê Dr. Kamûran Berwarî di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de li navçeya Zaxo ya Dihokê serdana dikandaran kir. Di dema serdanê de komekê êrîşî Berwarî kirin.

Namzetê Nifşê Nû yê Dihokê Kamuran Berwarî yê ku rastî êrîşê hatî,  bal kişand ku êrîşên li hemberî wan mînaka nebûna azadiyê ya li herêma Behdînanê ye û bang li gel kir ku biçin ser sindoqan.

Dr.Kamuran Berwarî pîştî êrîşa li navenda Zaxo, li nexweşxaneyê ji Rojnews re axivî. Berwarî bibîr xist ku tehdîdên li hemberî wan hertim hebûne, lê cara yekeme ku êrîşek pêk tê. Berwarî anî ziman ku li Iraqê hilbijartinên azad hene, her kes dikare bi awayekî azad peyama xwe bike û wiha dom kir: “Me jî îro wekî namzetên lîsteya Neweya Nû li Zaxo bangeşe dikir. Me li nava bajar serdana dikandaran kir û em gelekî baş pêşwazî kirin.”

Berwarî da zanîn ku di dema serdana dikandaran de komek qelabalix êrîşî wan kiriye û got: “40-50 kesan ji çend aliyan ve êrîş kirin û ez kirim hedefa xwe. Ev êrîş diyar dike ku li vê herêmê azadî tune ye, ger ku em nikarin peyama xwe bigihînin gel û belavokên xwe bidin gel, wê demê azadî tune ye.”

Berwarî destnîşan kir ku ev helwset nîşan dide ku ji niha û pêde jî azadî nabe, lewma ew dixwazîn peyama xwe bigihînin gelê Behdînanê û wiha dom kir: “Diyar bû ku li vir azadî nîne. Lewma divê gelê Behdînan dengê xwe bi awayekî azad bikar bîne û vê aloziya  siyasî li Kurdistanê û bi taybetî li Behdînan biguherin.”