Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayan li Zap û Xakurkê çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Gerîlayan li Zap û Xakurkê çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di encama çalakiyên hêzên me de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker; 5 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kir.
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê
14’ê Kanûnê saet 10:00, 15:00 û 19:00’an de li qada Çemçoyê ya girêdayî Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên me yên gerok 2 caran bi çekên giran û carekê jî bi taktîkên sabotajê li dagirkeran dan, herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
14’ê Kanûnê saet 11:40’an de, li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dane.
14’ê Kanûnê saet 13:15’an de Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dane.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;
Di 14’ê Kanûnê de qada Golka ya Metîna û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di 14’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîdayê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”