Li Zagros, Botan û Serhadê derbên giran li artêşa Tirk hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Colemêrgê 4, li Agiriyê 8 û li Sêrtê jî gelek leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de nasnameya 3 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane jî hate ragihandin.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wisa ye:

ÇALAKIYÊN LI COLEMÊRGÊ

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Gever, Şemzînan û Çelê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî li dar xistine.

Di 6’ê Cotmehê saet di 15.00’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Kurê Mizgeftê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Hêzên me yên YJA Starê di 7’ê Cotmehê de saet di 06.50’an de bi çekên giran li dijî qereqola Stûnê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di 7ê Cotmehê de hêzên me saet di 08.30’an de li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Dîrên ê nêzî Girê Koordîneyê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de kozikek îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek jî hatiye kuştin.

Di heman rojê saet di 16.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Bager ê Geverê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Dîsa di heman rojê de saet di 17.30’an de hêzên me li dijî yekîneya dijmin a ku ewlekariya qereqola Gundê Aliyawa yê Geverê digirt, çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

LI AGIRIYÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Argeş, Şehîd Eylem û Şehîd Mahîr de, di 7’ê Cotmehê saet di 08.30’an de hêzên me li dijî panzêra ku ji Tabûra Tûjîka ya Bazîdê ya bi ser Agiriyê derdiket, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de panzêr ji binî ve îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadê operasyonek daye destpêkirin.

LI SÊRTÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ YEKÎNEYA OPERASYONÊ

Di 5’ê Cotmehê de li qada Qelenisê ya Hawêla Sêrtê bi beşdariya bi hezaran leşker û cerdevanan artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker operasyonek daye destpêkirin.

Di 7’ê Cotmehê de saet di 15.00’an de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê 2 çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Operasyona li qadê hê jî didome.

LI AMEDÊ OPERASYON

Di 4’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Şehîd Rojhat û li qada Apê Mûsa ya Licê ya bi ser Amedê operasyonek dane destpêkirin. Operasyon di 7’ê Cotmehê de bêyî ku encamê werbigire bi paş ve hatiye kişandin.

GERÎLAYÊ KU LI WANÊ JIYANA XWE JI DEST DAYE

Di 27’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li dijî qada Aştîka ya Elbakê ya Wanê êrîşeke hewayî li dar xistiye. Di vê êrîşa hewayî de hevalekî me gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa;

Nasnav: Cemîl Şax
Nav û Paşnav: Aydin Ocal
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Kûmrû - Suleyman
Cih û Dîroka Şehadetê: Wan / 27’ê Tebaxa 2017

GERÎLAYÊN YJA-STARÊ YÊN KU LI ŞIRNEXÊ JIYANA XWE JI DEST DANE

Di 24’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li dijî qada Faraşînê ya Elkê ya Şirnexê êrîşên hewayî li dar xistibû. Ji ber êrîşên hewayî 2 hevalên me gihiştine şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne;

Nasnav: Sarîna Zeryan
Nav û Paşnav: Hatîce Înce
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Gulnaz - Abdûlkehar
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 24’ê Tebaxa 2017

Nasnav: Tekoşîn Baran
Nav û Paşnav: Şîlan Canan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Hatûn - Kerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 24’ê Tebaxa 2017