Li Xurmatûyê ji ber teqîna mayinê leşkerek mir
Li Xurmatûyê, di dema derbasbûna konvoyeke leşkerî ya artêşa Iraqê de mayinek teqiya. Di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.
Li Xurmatûyê, di dema derbasbûna konvoyeke leşkerî ya artêşa Iraqê de mayinek teqiya. Di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Xurmatû ya wîlayeta Selahaddîn a Iraqê, di dema derbasbûna konvoyeke leşkerî ya artêşa Iraqê de mayinek teqiya. Di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 leşker jî birîndar bûn.
Tê gotin, êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê di nava çend rojên dawî de li Xurmatûyê çend caran êrîşî mewziyên pêşmergeyan kiribûn.