Li Xurmatûyê 4 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin

Li gundê Qelxanlu yê Xurmatûyê, di navbera hêzên Heşdî Şabî û komek xwebexşan de şer derket. Di şer de 4 endamên Heşdî Şabî mirin, 6 jî birîndar bûn.

Şerê li Xurmatû yê navbera hêzên Heşdî Şabî û komek herêmî ya çekdar, heta nîvê şevê dewam kir.

Ji xwebexşên gundê Qelxanluyê Hacî Zudî li ser şer ji Roj Newsê re axivî û got, "Piştî 5 saetan şerê navbera hinek ji xwebexşên navçeya Xurmatû û çekdarên Heşdî Şebî li gundê Qelxanlu, çekdarên Heşdî Şebî vekişan. Di şer de 4 endamên Heşdî Şabî mirin, 6 jî birîndar bûn. Gund bi temamî di kontrola xwebeşxan de ye."

Zenun Berzencî jî li ser rewşa gundiyên li gundê Mîl Nasir ê nêzî Qelxanluyê axivî û got, "Ji ber ku gundê Mîl Nasir gelekî nêzî gundê şer lê qewimiye, gundî çûne bajarokê Zane. Beşek ji gundiyan jî berê xwe dan quntarê çiyê. Rewşa gundiyan krîtîk e. Ev çend roj in hêzên Heşdî Şabî tên nêzî gundan. Hatin benda kontrolê ya Qelxanluyê û herac ji wesayitan kom kirin. Xwebexşên ku bi vê hesiyan, ev yek qebûl nekirin."