Li Xantûrê bû Bêrîtan

Rûstem Cûdî dema ku li rûyê dagirkeran dinerî ku digotin,’’Neçe, cihekî ku biçî nema’’ li kendalan fikirî. Beriya ku bihêle ku dagirker xwe bigihinê li Xantûrê bû Bêrîtan.

Giyan û dîsa giyan. Ev peyv pîroz û berz e. Tiştekî wiha ku tim heye, bêdawî ye, sînoran nasnake, li nav dîwaran hilnayê, ji axê dipijiqe, baran nikare şil bike, ba nikare bigihiyê… Tiştekî ku tim dijî, bi hilmê nabire, bi beden re namire. Van deman pêvajoyên wiha ne ku giyanê xwe dibinim. Li Heftanînê min dilekî dî dît ku ji berzbûn û pîrozbûna giyan bawer dikir. Min bedeneke dî dît ku li rihê xwe digeriya. Hûn nikarin rih hesp bikin, bixin qalibekî, nikarin hîn bikin, bikin kole. Giyan çend meh di ser re biçin jî, çend sal, çend sedsal biçin ji, ji bedenan biçe nav bedeke dî jî miheqek rojekê azad dike. Ji ber ku rih ne kesek e, ne ya kesekî ye. Ya bawerî, azwerî ya evînekê ye!

Ya wî rihê Bêrîtan e. Bedeneke ku xwe li qiraxên kendalan dixe. Rihekî wiha ku giyanê deme dixwîne û lê xwedî derdikeve. Li kendalekî lîlanin, helbet, dirûşmek e. Riheki wiha yê ji jin û mêr wêdetir. Rihekî wiha ku li ti zayendî hilnayê, pênase nabe. Rihekî wiha ku gav bi gav li Kurdistanê diğere, her dem nû dibe, her demê herikbar e.  Carinan li Dersimê, carinan li Xakurkê..carinn 38’an, carinn 92’yan..

Û niha li Heftanînê..2020’an…

Rûstem Cûdî, bi bangkirina diya wî Silêman Mehmûd. 1996’an li Serêkaniyê bi qêrîneke şad û êş ya diya xwe jidayik bû. Diya wî pêşî hînî wî kir ku ji xakê hez bike û biparêze. Bû şopdarê vê gewhera xweşik. Rahişte dilê xwe yê ciwn û temenê xwe yê ciwan, bere xwe da çiyan. Navekî herî xweş yê li çiyayan li xwe kir û meşiya. Navê vî rihî Rûstem Cûdî ye. 2020’an li Cenga Heftanînê li Xantûrê ku berxwedan bûye azwerî birîndar bû. Heta bi dawiyê şer kir. Dema ku li rûyê dagirkeran dineri ku digotin,’’Neçe, cihekî ku biçî nema’’ li kendalan fikirî. Bêyî ku dagirker bigihinê li Xantûrê bû Bêrîtan

Gerîla Rûstem Cûdî beriya ku nemir bibe behsa Cenga Heftanînê dikir. Û ji dile wî ev gotin derketibûn:

‘’Wan baweriya xwe bi teknîka xwe anîbû û êrîş anîn ser xaka me. Lê hêza vînê nedîtin. Dema ku ew hatin hevalan derb li wan dan. Bi rengekî pir fedayî şer kirin. Ev çiya yên me ne. Ev leşker jî bi vê dizanin. Ew ê çawa li van çiyayan bimeşiyana? Leşker li paş dimînin, cerdevan li pêş dimînin. Jixwe leşker nikarin werin pêş jixwe, bi serê xwe nikarin tevbigerin. Ev çiya ne yên wan e, Ji ber vê nikarin bimeşin, wê bikevin.

Ew li sere gir in rast e. Lê em li cem wan in. Pişta her dar û her kevirî mewziya me ye, cihê me ye. Ew bixwe dibêjin, ‘me Xantûr qulomilo kir lê gerîla hê jî çalakiyan dikin.’’

Beriya ku bibe Bêrîtan ev gotin ji deve Rûstem Cûdî derketibûn. Gerîla Rûstem Cûdî 12’ê Tîrmehê li Xantûrê di şerê dijî dagirkeran re birîndar bû. Piştî ku birîndar bû bêrîka xwe vala kir, resmê Rêbertî yê di bêrîka xwe de û tezbihê xwe kire bin kevirekî. Nexwest ku kesek deste xwe bide tiştên nirx didayê.  Û ji bo ku kesek dest li bawerî, çav û hêviya di dilê wî de, ji kendalan werkir. Û ji nû ve li Cenga Heftanînê dilê  ku bûyî Bêrîtan afirand…