Li Xaneqînê êrîşê gundiyekî Kurdan kirin
Komeke çekdar êrîş birin ser gundê Hisên Meme yê Xaneqînê ku piraniya şêniyên wê Kurd in. Ji ber êrîşê gundiyek birîndar bû.
Komeke çekdar êrîş birin ser gundê Hisên Meme yê Xaneqînê ku piraniya şêniyên wê Kurd in. Ji ber êrîşê gundiyek birîndar bû.
Çavkaniyên ewlehiya Xaneqînê ragihandin ku şevê din derdora saet 23.30'î komeke çekdar êrîşî gundê Hisên Meme ê girêdayî navçeya Xaneqînê kir ku bi ser eyaleta Diyalayê ve ye.
Hate ragihandin ku dema polêsên federal çûn cihê bûyerê, li pêşiya daketina gund bombe avêtine bin seyareya polêsan.
Hê kesî ev çalakî negirtiye ser xwe.