Li Wanê zextên li ser girtiyan zêde bû

Hate diyarkirin ku mafê name, rojname û hevdîtina bi parêzeran ên girtiyên li girtîgehên Wanê tê astengkirin.

Parêzerên Şaxa Wanê ya OHD’ê û yên TÛHAY-DER’ê çûn serdana girtiyên li girtîgehên bajêr. Parêzeran diyar kirin ku zext zêde bûne.

Li girtîgeha Tîpa T, F û Ewlekariya Zêde bi hincetên tevdîrên koronavîrusê zext zêde bûne. Name, cil û berg û alavên wekî wê yên ji derve ji girtiyan re tê şandin, bi hinceta ‘tevdîr’ê nadin girtiyan. Daxwazên girtiyan ên guhertina odeyan jî tê redkirin û weşanên muxalif jî nadin girtiyan.

Li girtîgeha Tîpa F’yê dezenfekte nehatiye kirin, li girtîgehên Tîpa T û Ewlekariya Zêde jî hevdîtina girtî didome, mafê hevdîtina bi parêzeran ên gelek girtiyan jî tê astengkirin.