Li Wanê û Şirnexê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li Şirnex û Wanê di çalakiyên gerîla de yên li dijî artêşa Tirk leşkerên kuştî û birîndar hene. HPG’ê derbarê êrîşên hewayî yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê agahî da.

Daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya HPG’ê dayî wiha ye:

LI WANÊ ÇALAKÎ: 1 LEŞKER HATE KUŞTIN, 1 LEŞKER BIRÎNDAR BÛ

‘’Li Eyaleta Serhedê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê’ hêzên me 26’ê îlonê saet 15.10’an li Çaldêrranê ya Wanê, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker  ku ewlehiya Qereqola Kevirê Şamiyan digiritin rêze çalakiyeke sekvaniyê pêk anîne. Di encama çalakiyan de 1 leşker hatiye kuştin, 1 jê birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa dagirker bi obûs û hawanan derdor bombek iriye.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

Hêzên me bi çarçoweya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Besayê Pêngava Şoreşger dane destpêkirin û îro saet 07.10’an li Silopya ya Şirnexê li dijî Santrala Termîkê ya Bêspînê çalakiyeke saboatajê kirine. Di encamê de xeta elektrîkê bi temamî îmha bûye.

OPERASYONA LI ŞEMZÎNANÊ BÊ ENCAM MA

25’ê Îlonê sibehê artêşa TC’ê ya dagirker li Şemzînanê ya Colemêrgê operasyonek wê qadê kiriye ku gundê Tûyê, Warê Sêva û Omeryan vedihewîne navxwe. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li eraziyê xebatên lêgerînê dikriin 26’ê Îlonê bê encam vekişiyane.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

26’ê Îlonê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine. Bi vê çarçoweyê saet 10.30 û 12.00’an li herêma Qendîlê  Girê Saaş, li herêma Heftanînê derdora gundê Şêraniş, li qada Mêtîna geliyê Beşîrî, li herêma Avaşînê qada Bastya û li herêma Xakûrkê derdora Çemê Lolanê bome kirine. Di van êrîşan de ti ziyan negihaye hêzên me, eraziyên navborî ziyan dîtine, bax û baxçeyên gel ziyan dîtine.’’