Li Wanê trajediya penaberan naqede

Li Wanê dawî li mirina penaberan nayê. Di nava sala dawî de 50 penaber qerisîn, jiyana xwe ji dest dan. Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mûrat Melet got, "tedbîrên ewlekariyê' dibin sedema mirina mirovan.

Li Wanê, ku li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê ye, drama penaberan naqede. Bi sedan penaberên ji Rojhilata Navîn û Asyayê yên ji ber şer warê xwe diterikînin, rojane hewl didin ji sînor derbas bibin û xwe bigihînin Wanê. Ji ber sermaya dijwar a mehên zivistanê, çiyayên dijwar û polîtîkayên dewletên Îran û Tirk ên li dijî penaberan, mehên dawî bi dehan penaber li herêmên sînor qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 2019'an de 37 penaber li Wanê qerisîn. Pêr jî 13 penaber li navçeya Ebexê ya Wanê dema hewl didan ji sînor derbas bibin jiyana xwe ji dest dan. Ev drama penaberan bi dawî nabin. Ji ber qezaya mînîbûsa bazirganên mirovan 17 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û 50 kes jî birîndar bûbûn.

'TEDBÎRÊN EWLEKARIYÊ SEDEMA MIRINÊ NE'

Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mûrat Melet anî ziman ku hêviya penaberan gelek caran li ser sînor bi dawî dibe. Mûrat Melet ragihand, bi taybetî şerê li Rojhilata Navîn belav bûye sedema penaberiyê ye û diyar kir ku mirov li ser rê, li sînoran jiyana xwe ji dest didin. Melet destnîşan kir ku bi taybetî şert û mercên hewayê yê li sînorê Tirkiye-Îranê û tedbîrên tund ên ewlekariyê sedema sereke ne ku mirov jiyana xwe ji dest didin.

Melet ragihand, 3 sal in bi sedan mirov li ser sînorê Tirkiye-Îranê qerisîn û got, "Cenazeyên van mirovan jî bi giranî dema ku berfi dihele tên dîtin. Penaberî sûc nîne. Lê belê sûcê li dijî mirovahiyê ye mirov bi rengekî xemsar nêzî penaberan bibin û wan di nava lepên mirinê de bihêlin. Bang li dewletan dikim ku bi berpirsyariya xwe ya dewletbûnê tevbigerin. Hurmetê nîşanî mafên penaberan (mirovan) bidin. Mafê jiyanê pîroz e."