Li Wanê tevî astengiya polîsan jî çalakiya Zimanê Dayikê hate lidarxistin

Li Wanê partiyên siyasî û saziyên sivîl ên xwestin bi wesîleyê Roja Zimanê Dayikê belavok belav bikin û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin dest bi meşê kirin û xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê ya fermî.

Bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, Navenda Lêkolîna Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsa, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl xwestin li navenda bajarê Wanê belavokan belav bikin.

Girseya ku li ber avahiya DEM Partî ya Navçeya Rêya Armûşê hatin ba hev, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin.

Li dijî astengiya polîsan girse dest bi meşê kir û gelek caran dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me rûmeta me ye" berz kirin.

Piştî meşa ku heta avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê dewam kir, ji Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar daxuyanî da.

Heval Dilbihar got, "Belavkirina belavokên ku tê de daxwaza zimanê Kurdî bibe zimanê fermî ya perwerdehiyê hat astengkirin. Ev yek ji bo desthilatdariyê şermeke. Em qedexeyê şermezar û lenet dikin. Em li mal, kolan û taxên xwe bi zimanê xwe biaxivin, hîn bibin û hîn bikin. Em dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî ya perwerdehiyê.

Daxuyanî bi dirûşemeya "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.