Li Wanê şêlandina bi navê 'qedexeya derketina derve'

Li Wanê, li 726 kesên ku li gorî qedexeya derketina derve tevnegeriyan 2 milyon û 229 hezar lîre cezayê pereyan hate birîn.

Li Wanê, bi hinceta ku li gorî qedexeya derketina derve tevnagerin, heta 3 hezar û 500 lîreyî ceza li welatiyan tê birîn.

Li 30 bajarên mezin û Zongûldakê 11 Nîsanê ji bo 2 rojan derketina derve hate qedexekirin. Qedexe li bajarê Wanê jî hate bicihanîn ku di statuya bajarê mezin de ye. Di roja destpêkê ya qedexeyê de li 277 kesî 823 hezar û 563 lîre, di roja duyemîn de li 449 kesî milyonek û 405 hezar û 436 lîre ceza hate birîn. Di 2 rojên qedexeyê de li 726 kesî bi giştî 2 milyon û 229 hezar lîre cezayê pereyan hate birîn.

Li bajarên Tirkiyeyê li kesên ku li gorî qedexeya derketina derve tevnegeriyan ji 130 heta 389 lîre cezayê pereyan hate birîn. Lê belê li Wanê di asta herî bilind de 3 hezar û 500 lîre cezayê pereyan hate birîn.