Li Wanê polîsan êrîşî çalakiya li dijî tecrîdê kir

Polîsê tirk, li Wanê êrîş bir ser komeke ku dixwest ji bo greva birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Polîsan Hevserokê şaxa TÛAY-DER’ê Onder Acar birîndar kir.

Polîsên Tirk, xwe li koma ku bi pêşengiya TUAY-DER’ê  dixwest li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê bide ranegirt û êrîşî komê kir.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, xizmên girtiyan, hevserokên HDP û DBP’ê yên Wanê jî tê de, gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Dema ku parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan dixwest daxuyaniyê bixwîne, polîsan dora komê girt.

Li ser vê gel bertek nîşanî polîsan da. Lê belê polîsên Tirk heqerat û dijûn li komê kirin.

Paşê polîs, êrîş bir ser girseyî û 3 kes destgîr kirin.

Polîsê Tirk, girse bi mertalên xwe ber bi kargeheke li kolanê ve dehf dan û hevserokê şaxa TÛAY-DER’ê yê Wanê Onder Acar destgîr kir. Acar, ji ber derbên ji serê xwe xwarî, ji ser hişê xwe çû. Acar, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Polîs, piştî êrîşê kolan xist dorpêçê û piştî demekê dorpêç hat rakirin.