Li Wanê Nobeda Demokrasiyê di roja 17'an de ye

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya HDP’ê ya li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 17’an de ye.

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyan a li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê di roja 17’an de didome. Nobeda Demokrasiyê bi bîranîna Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ku beriya 26 salan 4’ê Îlona 1993’an hatibû qetilkirin, destpê kir.

‘LI DIJÎ TARITIYÊ TÊKOŞÎN...’

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun daxuyaniya çapemeniyê xwend û got ku pêkanîn qeyûm veguheriye qirkirina çandî, aborî û siyasî.

Coşkun wiha domand; “Di salên dawî de desthilatdariya AKP-MHP’ê rêveberiya xwe mezin kir û du daneyên îdolojîk ên bigehîn xistiye dewrê. Ya yekîm polîtikaya tecrîdê û ya duyeîn jî qeyûm in. Partiya me HDP li pêşiya van hemû politîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê asteng e.”

Coşkun diyar kir ku endamên meclîsa şaredariya Artemêtanê Medenî Ozer, Atiye Şen, Savaş Envu û Sevînç Şeker bi awayekî ne rewa ji peywirê hatine girtin û wiha domand; “Li cihê endamên meclîsê yên hatine hilbijartin tayînkirina qeyûman li dijî destûra bingehîne, lê ev pêkanîne ku li welatên faşîst were dîtin e. Em vê biryara Walîtiya Wanê nasnakin û têkoşina me ya demokrasiyê em ê bilindtir bikin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê girseyê 2 saetan çalakiya rûniştinê lidarxist û çalakiya xwe ya îro bidawî kirin.