Li Wanê, rêjeya bêkariya ciwanan gelekî zêde ye

Yek ji cihên ku herî zêde bêkarî lê heye, Wan e. Li Wanê, ji ber nebûna derfetên kar qehwexane bi ciwanan tijî ne.

Li Tirkiyeyê yek ji sê ciwanan bêkar e. Ev rêje li bajarên Kurdan bilindtir e. Li Wanê ku nifûsa ciwanan lê zêde ye, du ji sê ciwanan bêkar in. Bi hezaran ciwanên bêkar, roja xwe li cafe û qehwexaneyan derbas dikin. Li her kolanên Wanê cafeyek û qehwexaneyek heye.

Serokê Odeya Muşawîrê Malî û Hesabgirên Serbest a Wanê (SMMO) Îbrahîm Şahîn destnîşan kir ku li Wanê hema bêjin qet derfetên kar nînin. Şahîn got, "Hilberîn bi razemeniyê dibe. Ji ber ku razemenî nîne bêkarî jî zêde dibe. Ji ber nebûna derfetên kar, ciwan jî diçin cafeterya û qehwexaneyan. Cihên bi vî rengî yên li Wanê tijî ne. Mirov dema ku bê kar bin, cihekî din ku biçin nîne. Nîşaneya berbiçav a bêkariya li Wanê rêjeya tijîbûnê ya qehwexane û salonên lîstikê ye. Eger kar hebûya mirov wê li şûna deverên bi vî rengî, biçûna karê xwe. Tenê rêyek heye ku ciwan ji cafe û qehwexaneyan bên derxistin. Ew jî afirandina derfetên kar e. Wekî din ti alternatîf nîne."

HILBERÎN LI WANÊ NÎNE

Şahîn da zanîn, ku herêm ji aliyê razemeniyê ve cihê herî zêde lawaz e û wiha dewam kir: "Li herêma me razemenî û îstihdam hema bêjin qet nîne. Li cihê ku hilberîn lê nîne, jêxwarin heye. Li Wanê hilberîn nemaye. Mirov vê yekê li her qadê dibînin. Pêşîgirtina li bêkariyê ji bo dema dirêj, zehmet xuya dike."