Li Wane leşker û gardiyanan êşkence li girtiyan kirin

Gardiyan û leşkeran li Girtîgeha Tîpa T a Wanê êşkence li 20 girtiyan kirin ku sermijartina li ser piyan qebûl nekirin.

Bariş Karaca yê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirina mafên mirovan kir. Ozgur Karaca ku bi birayê xwe Bariş Karaca re axivî anî ziman, ku birayê wî gotiye li 20 girtiyan êşkence hatiye kirin, ji ber ku serjimartina li ser piyan qebûl nekirine.

Ozgur Karaca got, "Birayê min got, 5'ê Nîsanê gardiyan û leşkeran bi rengekî kêfî avêtin ser koxûşan û xwestin li ser piyan sermijartinê bikin. Birayê min jî di nav de 20 girtiyên ku li ber vê rabûn bûn hedefa êrişê û êşkence li wan hate kirin. Birayê min û 3 hevalên wî piştre avêtin hucreyên gemarî. Normal her Sêşemê em bi telefonê bi hev re diaxivîn. Dema ku em li girtîgehê geriyan, gotin ku birayê min bi xwe nexwestiye biaxive. Lê belê dema ku bi birayê xwe re axivîm, hîn bûm ku rewş ne bi vî rengî ye. Birayê min diyar kir ku piştî şewbê koxûş guhertine, li koxûşa ku ew lê hatine bicihkirin televîzyon nîne, nameyên ku tên jî nadin wan. Anî ziman ku pirtûkên wan beriya mehekê ji wan strandine û nedane wan."

Karaca diyar kir ku li girtîgehan daxwazên girtiyan nayên bicihanîn û got, "Em bi navê xizmên girtiyan vê kiryarê qebûl nakin. Di demekê de ku şewb heye, li şûna ku girtî bên berdan hîn bêhtir mafên wan tên binpêkirin. Li dijî van kiryarên li derveyî mirovahiyê em bang li raya giştî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin."