Li Wanê her der ‘NA’ ye

Rêxistinên bajêr ên HDP û DBP’ê ji ber referandûmê, xebatên xwe bênavber didomîne. HDP û DBP îro berê xwe dan Ercîş, Tûşba, Rêya Armûşê û Çardêranê û ji bo referandûmê gel agahdar kirin.

Bi beşdariya Parlementerên HDP’ê  yên Wanê Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Adem Geverî, nûnerên Saziyên Sivîl ên Civakî û rêxistinên HDP û DBP’ê serdanên esnafan û hevdîtina bi gel re hatin kirin.

ERCÎŞ
Li navçeya Wanê Ercîşê di çarçoveya xebatên referandûmê de li gundan geriyan.  Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, heyeta HDP û DBP’ê û TJA beşdar bûn. Li gundên Kocapinar, Çetintaş, Partaj, Dilan û çend gundên din xebat hatin meşandin. Li gundê Partajê jî ligel erbaneyan, civîna jinan hate li dar xistin. Bedîa Ozgokçe li vê derê axivî û got, di 16’ê Nîsanê de wê jin bersiva herî xweş bide zaliman.
Piştî axaftinan serdanên gundan, bi govend, sloganan bi dawî bû.

PAYÎZAVA
Li Payîzava ya bi ser Wanê ligel şertên hewayê yên ne xweş, xebatên ji bo referandûmê didome. Xebatên referandûmê yên ku gel eleqeyeke mezin nîşanî wê dide, li gundên Ortakoy û Bozyigitê didome. Di serdanên gundan de li ber stranên bi coş, heyet û jinan govend gerandin.

TÛŞBA
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, rêveberên HDP û DBP’ê li Tûşbayê hatin ba gel û ji bo ‘NA’yê piştgirî xwestin.
Di çarçoveya xebatên referandûmê de çûn gundên Marmît, Şahgeldî, Yeşilkoy, Pêqerîb û Erdewêzê û ji bo ‘NA’yê piştgirî xwestin.
Geverî li vê derê axivî ku, gelê Wanê wekî ku  di 7’ê Hezîranê de wê di 16’ê Nîsanê de jî bibêje NA.

 

 

ÇARDÊRAN
Li Çardêranê rêxistinên navçeyên yên HDP û DBP’ê hatin ba gel û ji bo ‘NA’yê piştgirî xwestin. Li taxên Çardêranê heyet rastî eleqeyeke germ hatin û heyetê bang kir ku divê di 16’ê Nîsanê de her kes biçe ser sindoqan.


Rêxistinên bajêr ên HDP û DBP’ê di çarçoveya xebatan de çûn ba gel. Endamên partiyan diyar kirin ku, 16’ê Nîsanê dikare bibe destpêka serdemeke nû û qala girîngiya dengan kirin.