Li Wanê drama penaberan naqede

Li Wanê pêla penaberan didome. Li Otogara navbera bajaran a Wanê bi sedan penaber bi mehan e di nava şert û mercên giran de ne dijîn.

Dema dawî pêleke mezin a penaberan ber bi Wanê ve heye. Hema bêjin her roj ji 15 heta 25 salî penaber bêyî ku ti astengiyan bibînin ji sînor derbas dibin û xwe digihînin Wanê. Hin ji penaberan bi rêya 'bazirganên mirovan', hin jî bi destê dewletê tên anîn. Yên ku tînin Wanê yan jî penaberên tên di nava şert û mercên nebaş de li Wanê hewl didin bijîn.

Gelek ji penaberên tên Wanê li kolanan û parkan dimînin. Yên din jî li Otogara navbera bajaran a Wanê dimînin. Gelek ji penaberên tên Wanê ciwanên di navbera 15 û 25 salî de ne. Hinek ji wan jî jin û zarok in. Bi hezaran penaberên hatine bajarê Wanê bi mehan e li kolanan dijîn. Gelê Wanê jî bi kinc û xwarinê hewl dide alîkariyê bi penaberên li kolanan re bike.

Penaberên ku hikumeta AKP'ê wan li dijî Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne di nava şert û mercên li deveyî mirovahiyê li Wanê dijîn.

Li sînorê Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Wanê di 12'ê Nîsana 2019'an de 6 penaber qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

Di 3'ê Gulanê de 6 penaber dema ku ji sînorê Rojhilatê Kurdistanê derbasî bajarê Wanê dibûn qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

Di 23'ê Tîrmehê de li sînorê Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Wanê piştî ku berf heliya cenazeyê 25 penaberan hate dîtin.

Di 18'ê Tîrmehê de mînîbusa ku penaber tê de bûn li Wanê qeza kir û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan 50 kes jî birîndar bûn.

Hin ji penaberên li Wanê bi destê dewletê hatine anîn ku demografiya Kurdistanê lê bê guhertin. Jiyana penaberên anîne dikin qurbanê polîtîkayên AKP'ê.