Li Wanê di mîtînga 1’ê Îlonê de Guven banga yekîtiya neteweyî kir

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di mîtînga 1’ê Îlonê de ya li Wanê axivî û got “Ez bang li hemû partiyê siyasî yên Kurdan dikim ku, werin em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.”

Mîtînga 1'ê Îlone Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Wanê bi tevlêbûna deh hezaran pêk hat bi dawî bû. Di mîtîngê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk axivîn.
 
Ewil Hevserokê Giştî yê KESK'ê Bozgeyîk, derket ser dikê û got: "Ji bo hemû gel di nava hevde bi awayekî aram û demokratîk bi hev re bijîn, em ê tekoşîna aştiyê berdewam bikin. AKP’ê darbeya sivîl pêk anî. Siyasetmedar avêtin girtîgehê. Karker ji kar avêtin. Rojnameger girtin. Kesên li dijî polîtîkayên faşîzan derketin hatin destgîrkirin. Êdî hukmê Make Qanûnê tune ye. Di sala 2016'an de qeyûm tayînî vîna gel kirîn û vîna gel avêtin girtîgehan.Qeyûm ên hatin li Amed, Mêrdîn û Wanê fistiq û şêranî xwarin di 19'ê Tebaxê de bi darbeyê dîsa li şûna hevşaredaran rûniştin. Em KESK carek din bang dikin ku peywira Hevşaredarên ji kar avêtine dîsa li wan vegerîne û qeyûman paşve bikişînin. Em Tirk, Elewî, Ermen û nasnameyên din ger ku li Amed, Wan û Mêrdînê xwedî dernekevin, em nikarin li Enqereyê jî xwedî derkevin." 

‘EM Ê BI TÊKOŞÎNÊ AŞTIYÊ BÎNIN SER VÊ AXÊ’
 
Piştre Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, dema derket ser dikê bi dirûşm û çepikan hat pêşwazîkirin. Girseyê bê navber dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye" berz kir. Guven, ewil kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan yek bi yek silav kir. Guven, anî ziman ku li gel îro 1'ê Îlone Roja Aştiyê ya Cîhanê ye jî li gelek welatên cîhanê şer didome û wiha got: "Hêj mirov têne kuştin. Divê êdî aştî û biratî li ser vê axê pêş bikeve. Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin ser vê axê." 
 
 Guven, anî ziman ku di 19'ê Tebaxê de darbe li vîna gel xistin û wiha berdewam kir: “Navê vê yekê darbe ye. Di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyên Kurdan kirin. Hevşaredarên Kurdan girtin. Gotin êdî gel dengê xwe nade HDP'ê. Di 31'ê Adarê de gel dîsa dengê xwe da û qeyûm paşve şandin. Ji ber ku ev yek pir bi zora wan çû dîsa qeyûm tayîn kirin. Gelê Kurd li dijî Dehaq, Sedaman serî netewand, niha jî serî natewîne. Ev qeyûm dijminê jinan û Hevserokatiyê ye. Gelê me wê pergala Hevserokatiyê bide qebûlkirin."  
 
Guven, bal kişand ser helwesta CHP'ê û muxalifên din û wiha got: "Ev erênî ye. Lê têr nake. Divê li her derê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Em ê li her derê ji qeyûm re bêjin na. Ger ku em van qeyûman neşînin, wê sibê qeyûm tayînî hemû şaredariyan bikin. Piştî hêzên muxalif hatin cem hev Stenbol, Îzmir, Edene, Mêrsîn, Enqere qezenç kirin. Ji ber vê yekê AKP û MHP naxwaze hêzên muxalif bên cem hev. Divê em bi ruhê Kobanê têbikoşin. Îktîdar ji bo hebûna xwe mîsoger bike êrîşî Kurdan dike. Divê em bi Ruhê Kobanê li dijî îktîdarê têbikoşin. " 
 
Guven, da zanîn ku AKP tu carî destkeftiyên Rojava û Bakur qebûl nake û bang li Mesut Berzanî û hemû siyasetmedarên Kurd kir ku di bin baneyê Yekitiya Neteweya Kurd de bên cem hev."  
 
‘DIVÊ EM NEMIRIN Û BIJÎN!’
 
Guven, bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: "Herî zêde zindanan dengê min bihîst. 2 wekilên Wanê tev li vê karwanê bûn. Di vê rêwîtiyê de 9 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ez wan bi hurmetî bibîr tînim. Heyeta hat hevdîtina min got 'We şaş kir kes dengê we nabihize. Lê wisa nebû. Dayikên Aştiyê qat terk nekirin. Dest li dayikan rakirin û bi copan li dayikan dan. Lê dayikan dîsa qat bernedan. Herî dawî piştî 8 salan qedeyeya li ser parêzeran a ji bo ziyareta Îmraliyê rabû. Birêz Ocalan di hevdîtina ewil de got 'Divê em nemirin divê em bijîn û bidin jiyandin. Got 'Di vi şerî de ji bo ciwanên dimirin ez pir diqeherim. Piştre deklarasyona ji 7 xalan pêk dihat weşand. Lê hikûmet bi israr naxwazin vê yekê bibînin û nakin rojev. Ocalan dîsa di hevdîtina dawî de got 'Ez ji aştî û çareseriyê re amade me. Got ger ku ew gavan bavêje ez dikarim di hefteyekî de çareser bikim. Gelê Kurd qîmetê dide gotina Ocalan. Birêz Ocalan di vê mijarê de Aktorekî pir girîng e. 
 
‘ BÛYERA SERÊKANIYÊ BÛYEREKE EDLÎ YE’


Leyla diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de li Serêkaniyê 2 polîs hatine kuştin û bi hevdîtina ku bi Walîtiya Rihayê hatiye kirin de jê re hatiye gotin ku "Bûyere edlî ye" û wiha domand:"Hevdîtina ku me bi walî re kiriye hemû di bin qeydê de ye. Di arşîvan de hemû tişt hene. Bila qeydên deng derxin û pêşkeşî raya giştî bike."
  
Guven diyar kir ku dê di çarçoveya demokratîkbûnê de dê çalakî bidomin û wiha got:"Heta niha OHAL li me tê ferzkirin. Berê jî dema ez hatibûm Wanê û ez axivîbûm niha hemû wekî fezlekeyan li min vegerandine. Ji ber ku min gotiye Kurdistan ji min re fezleke amade kirine. Em ê gotina Kurdistanê bidomînin. Vir Kurdistan e. Em Kurd in û navê vir jî Kurdistan e. Di 15'ê Tîrmehê de Serokkomarê vî welatî gel vexwend derve. Em ê li dijî van qeyûman bêdeng bimînin qey? Bila kes vê yekê ji me hêvî neke. Em ê her roj li derve li çalakiyan bin. TOMA'yên xwe vekişînin û me û gel bi hev re bi tenê bihêlin. Kurd natirsin û ew ê tu carî netirsin." 

Piştî axaftina Leyla Guven mîting bi konsera Mîkail Aslan bi dawî bû.