Li Wanê dêr nayên dezenfektekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Artemêtanê ku desthilatdariya AKP'ê bi rêya qeyûm dest daniye ser, mizgeftan dezenfekte dikin, lê belê li dêran tiştekî wiha nakin. Serokê Komeleya Dêran a Wanê Vahît Yildiz nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Tîmên Serokatiya Daîreya Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li dijî şewba Covîd-19 li mizgeftan û qursên quranê dest bi karê dezenfekteyê kirin.

Li gelek bajaran deverên ku gel bi kar tînin, otobus, mînîbus, saziyên cemaweriyê tên dezenfektekirin.

Qeyûm her wiha dezenfektekirina mizgeftan weke reklamê jî bi kar tîne.

Lê belê qeyûm dêrên li bajêr ji nedîtî ve hat. Li Dêra Protestan û Navneteweyî ya Wanê karekî dezenfektekirinê nehate kirin.

Komeleya Dêrên Wanê ku her du dêrên li bajêr temsîl dike, nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Serokê komeleyê Vahît Yildiz diyar kir, di mijara ku tenduristiya mirovan eleqedar dike divê nêzîkatiyeke wekhev bê nîşandan.

Yildiz got, "Em dixwazin karê dezenfeksiyonê li dêran jî bê kirin. Her roj bi sedan kes diçin dêrê, lewma divê ev kar li dêrê jî bê kirin."