Li  Wanê banga li CHP'ê: Ji tezkerê re bibêje, ''na!''

Di Nobeta Demokrasiyê de ya li Wanê bang li CHP'ê û raya giştî hate kiin ku li dijî şer derkevin.

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî darbeya qeyûm di roja 51'ê de li Wanê, li ber avahiya Rêxistina Navçeya Artemêtanê bi tevlêbûna wekîlên HDP'ê, hevşaredaran, Partiya Mirov û Azadiyê, Dayikên Aştiyê û gelek şêniyên bajêr pêk hat.

Di çalakiyê de dirûşmên ''Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'' hatin berzkirin. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirova û Azadiyan Murat  Bozdemîr li çalakiyê axivî û got, van rojan ku halana şer zêde bûye divê civak dengê aştiyê bilind bike. Bozdemîr got meseleya Kurd mezin e, bandora xwe li rojhilat, rojava, başûr li ser her kesî dike û got, ''Em li dijî her cure şerî bin.''

BANGA LI CHP'Ê

Bozdemîr her wiha bang li CHP'ê kir ku li dijî tezkereyê helwesta xwe diyar bike û got, ''Em bang li CHP'ê dikin, şaşîtiya ku we ji bo Selahattîn Demîrtaş kirî dîsa nekin. Li dijî tezkereya şer bibêjin, ''na''.

Bozdemîr her wiha bang li tevahiya beşên civakî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîran kri ku li dijî şer rabin.