Li Wanê 'bexş' a bi zorê li karkeran ferz kirin

Qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin, ji bo piştgiriya bi kampanya Serokkomarê Tirk Erdogan, di meha Nîsanê de 1.200 lîra ji maeşên karkerên şaredariyê hemûyan birî.

Ji ber vîrûsa koronayê li gelek welatên cîhanê paketên aboriyê tên amadekirin, lê paketa rejîma Tirk talana bi navê "alîkariyê" ye.

Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan bi navê "alîkariyê" kampanyayek ji ber şewba vîrûsa koronayê ragihand û dest pê kir ku bi zorê pereyan ji karkeran bistîne.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi sedan karker bi mûçeyê kêmtirîn dixebitin. Karkerên şaredariyê ku bi vî mûçeyê bi zorê debara xwe dikin, vê carê derbek ji ber kampanya 'alîkariyê' ya Erdogan xwarin.

Rayedarên şaredariyê bi devkî ji sedan karkerên li şîrketên şaredariyê dixebitin ragihandin ku wê maeşên wan bê kêmkirin. Li gorî vê yekê wê mehane 1.200 lîre ji karkeran bê standin û ev yek jî wê herî kêm 4 mehan bidome.

Karkerekî şaredariyê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike ji ANF'ê re got, şaredariyê ne bi nivîskî lê bi devkî ji wan re ragihandiye.

Karker got, "Amîrên yekîneya şaredariyê ji me re gotin, vê mehê wê 1.200 lîre ji maeşên we bê birîn. Ev kêmkirina maeş wê 4 mehan bidome. Qaşo di bin navê 'bexşê' de bi rengekî nerewa dest datînin ser keda karkeran. Karkerek jî vî pereyî bi dilê xwe nade. Qutkirina vî pereyî kêfî ye. Bêyî daxwaza me çawa dibe ku pere dibirin?" Karker diyar kir ku ew bi mûçeyê kêmtirîn dixebitin û pirsa "bi qutkirina mûçeyê wan wê çawa debara xwe bikin?" kir.