Li Wanê 6 kes hatin girtin

Li Wanê di operasyonên qirkirinê siyasî de Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Yadîşen Karabûlak jî di nav de 6 kes hatin girtin.

Di 10'ê Îlonê de navend Wan li Bedlîs, Colemêrg, Amed û Îdir di serdegirtinên malan de Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak jî di nav de 21 endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn destgîrkirin.

Hemû kesên ku bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibûn binçavkirin, duh piştî kirariyên xwe yên li Miduriyeta Polisan a Wanê derketibûn Edliyeya Wanê û lêpirsîna wan a li dozgeriyê pêk hatibû.

Ji 20 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin, Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û rêveberên bajar ên HDP'ê Nesîbe Akdag, Seyît Kiliç, Îbrahîm Sûngûr, Fîkret Dogan û Dîlan Yildiz hatin girtin û 14 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.