Li Vaskiyê sersarî bû sedema mirinê

Li Erdîşa Wanê karkarê VASKÎ'yê Îrfan Îşleyen bêyî ku ti tevdîr were gritin,  dema ku ketî di boriya avê de, kete ber herka avê û mir.

Li taxa Işıkliya Jor, dema ku karkarê paqijiyê Işleyen  ji ber bûyereke di depoya ava vexwarinê ya bajêr de tiştek bûbû û ji ber vê di boriyê de paqijî dikir, kete ber avê û mir. Cenazeyê Işleyen piştî bi rojekê 1,5 kîlometre wêdetir hate dîtin.

Mirina Işleyen di raya giştî de bi rengê 'qezaya kar' hate ragihandin, lê diyar bû ku beriya niha jî li heman herêmê qeza çêbûne. Li gel van qezayan jî Midûriyeta VASKÎ ya Şaredariya Mezin a Wanê ti tevdîr nestand. Bi ser de wan saetan ku Işleyen bi qezaya kar mirî, 200 metre wêdetirî cihê bûyerê pîrozkirina standina pincaran a bi tevlêbûna wekîlan dom kir.

SERSARÎ

Sersariya ku Işleyen ber bi mirinê ve mirî:

*Qenalîzasyon ku ji bo kar dikevinê, qapaxa wê ya bi mazgal diviya hebûya lê li vir qapaxa hesinî ya bi mazgal nîn e.

*Karker dema ku ketî avê diviya bi kemberê bihata girêdan lê ev nehate kirin.

*Di xebatên wiha de divê şelîta ku bi newqa karker ve tê girêdan, bi hesinekî ku bi betonê ve çikizî were girêdan lê ev nehate kirin.

*Dema ku avê didin jîgeheke bi nifûsa 40 hezarî, karker dema ku bikeve nav avê nikare sax bimîne. Ji aveke wiha ya jidiyayî karker sax nafilite.

*Li jîgeheke bi nifûsa 40 hezarî ji bo pêdiviya avê were dabînkirin divê qenalên avê bi rengê bendave werin çêkirin, VASKÎ'yê ev nekir.